ANKARA
Rojnamevanên ku naxwazin nûçeyên mirina zarokan ji Xezeyê werin, dê di pêşengiya Medya-Îşê de roja duşemê çelenga reş deynin ber Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqereyê.
Di daxuyaniya ku Medya-Îşê bela kir de hat destnîşankirin ku tundiya Îsraîlê ya li ser Xezeyê her ku diçe mezin dibe û kesên sivîl dimirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piraniya kesên sivîl ên ku tên kuştin ji zarokan pêk tên û hat gotin ku di rojên dawîn de Îsraîl êrîşê dibe ser xebatkarên medya û çapemeniyê.
Medya-Îşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi vê mebestê jî rojnamevan û nûçegihanên ku naxwazin nûçeyên mirina zarokan ji Xezeyê werin, dê di pêşengiya Medya-Îşê de roja duşemê di saet 15.00an de çelenga reş deynin ber Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqereyê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê saziyên civakî yên sivîl jî piştgiriyê bidin çalakiyê.