Malbata Deah Barakatê ku yek ji 3 ciwanên ku li Carolîanaya Bakur a eyaleta DYAyê hatin kuştin e, naxwaze tiştên ku qewimîn bibin sedema nefret, şidet û rageşiyên nû, dixwazin ku ji kîjan dîn û neteweyê dibe bila bibe bibin wesîleya hezkirin û yekîtiyê.
Di 10ê sibatê de li Chapel Hilla bajaroka eyaleta Carolînaya Bakur cîranê Deah Barakatê 23 salî yê xwendekarê bijîşkiya diranan, Craîg Hîcks gule berdabûn serê Barakat, xanima wî Yûsor Mihemed Ebû Salhaya 21 salî û dişa wî Razan Mihemeda 19 salî û ew kuştibûn. Ev bûyer li welêt û tevahiya cîhanê bibû sedema bertekên mezin.
Dozgeriya Herêma Carolînaya Bakur amadehiyê dike ku der barê Hicks de cezayê darvekirinê bixwaze. Malbata Deah Barakat tiştên ku ji wê rojê ve hatin serê wan û hestên xwe ji nûçegihanê AAyê re parve kir.
Malbata Barakat diyar kir ku kurê wan Deah û bûka wan Yûsor gelek şad bûn. Bavê Deah Barakat, Namî Barakat diyar kir ku dawiya hefteyê bi xizmên xwe re xwarina malbatê xwarin û wiha axivî:
"Min û xanima min me hewl da ku em zarokên xwe bi awayekî aştiyane li gor şertên Îslamê mezin bikin. Me ne nefret, hezkirin û arîkariya mirovan hînî wan kir. Wî hewl dida ku arîkariya her kesî bike û karên baş bike, kurekî zîrek bû. Gelekî zor e. Em hewl didin ku sebr bikin lê em bi saya baweriya xwe hêzdar in."
Dê Leyla Barakatê diyar kir ku li hember hemû êşan xwe dispêrin Xwedê û bi vî awayî dixwazin ji wan êşan xilas bibin.
Leyla Barakatê wêneyên kurê xwe Deah û bûka xwe Yûsorê nîşan dan û wiha axivî: "Ev sûcekî sik e lê Xwedê mezin e, çi ji Xwedê hatibe ez wê qebûl dikim. Ez li ser sedemên wê nasekinim. Kurê min bi me re nîne lê nemiriye jî. Ew niha li bihûştê li cihên bilind e. Ev yek jî dilê min rehet dike. Ez ji Xwedê re şikir dikim. Ew sebr û hêzê dide min."
Xwîşka Deah xwe ew qas nebaş hîs dikir ku nekarî derkeve pêşberî kamerayan û birayê wî Farîs Barakat jî hewl dide ku hînê mirina birê xwe bibe.
Farîs Barakat wiha axivî: "Ez gelekî bêriya wan dikim. Ez hê jî hewl didim tiştên ku qewimîn fehm bikim. Em wan wek "sê destketiyên me" dibînin ji ber ku ew axiretê de bi ser ketin. Ji ber wê yekê ez ji bo wan xemgîn nînim. Xemgîniya min ji ber mirina birê min e, min hê jî ew qebûl nekir. Min dixwast ku ew di daweta min de cî bigire. Ji ber wê ji bo her kesî peyama min ew e ku xwe bigihînin bira û malbata xwe. Nebêjin ku 'ew ji xwe her dem wir in'. Her dem minetdar bin. Ez niha dibêjim ku 'xwezî min bêtir wext bi birayê xwe re derbas bikira."
-"Em ji ber piştgiriya Tirkiyeyê minetdar in"
Bav Barakat li ser bertekên gelê tirk û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yên der barê kuştinan de jî sekinî. Barakat got ku wek malbateke bi eslê xwe sûriyeyî ji ber eleqeya Tirkiyeyê hem yê der barê vê bûyerê de hem jî der barê mazûvantiya penaberên sûriyeyî de ez spasdarê Tirkiyeyê me.