Abdullah Tel
14 Îlon 2019•Rojanekirin: 15 Îlon 2019
Nûçegihanê wêneyan ê Ajansa Anadoluyê (AA), Elî Cadallah ê ku wextê li Rojhilatê Xezeyê nimayişên Meşa Vegera Mezin a aştiyane dişopand heta niha 4 caran rastî êrîşa eskerên Îsraîlê hat.
Êrîşa ewil a li hemberî Cadallah di 22yê Adara sala 2018an da bi guleyê hat kirin, perçeyekî fişekê li destê rastê yê nûçegihanê AAyê ket û niha nikare wî destî baş bi kar bîne.
Di 25ê Gulana sala 2018an da jî li hemberî Cadallah êrîşa duyemîn hat kirin û kabsula xazê ya eskerên Îsraîlê avêtin êlekê çapemeniyê yê nûçegihanê AAyê qul kir û li ser singê wî ket.
Piştî vê êrîşê nêzî mehekê bi şun va eskerên Îsraîlê di 22yê Hezîrana sala 2018an da gule berdan û vê carê jî gule li destê çepê yê Cadallah ket.
Êrîşa herî dawîn a eskerên Îsraîlê yên li hemberî Cadallah jî di 30ê Tebaxê da qewimî. Cadallah dema li Rojhilatê Xezeyê nimayişên Meşa Vegera Mezin a aştîyane dişopand eskerên Îsraîlê fişeka bi kaûçuk pêçayî berî eniya wî dan.
Nûçegihanê wêneyan ê AAyê Cadallah qala wê rojê kir û got ku hemû amûrên nîşan dide ku ew nûçegihanê wêneyan e hilda cem xwe û tevlî ekîba AAyê çû cihê çalakî lê diqewimin.
Cadallahê 29 salî ragihand ku piştî demeke kurt a gihîştin herêmê ew birîndar bû û wiha pê da çû: "Çawa ku em gihîştin cihê çalakî lê hene min hin wêneyên çalakiyê nîşan didin kişand û paşê jî min hîs kir ku perçeyekî madenî li serê min ket, di wê navberê da çav li min tarî bûn û ez li erdê ketim. Canê min pir êşiya û xwîn ji eniya min dihat. Hevalan gotine qey ez şehîd ketime û piştî wan ez birim ez xeriqî me."
Cadallah destnîşan kir ku birîna wî bi 12 girêyan va dirûtine û ragihand ku piştî wê birîndarbûna dawîn hişê wî diçe û medê wî tuneye.
Ji ser bûyerê da nêzî 2 hefte derbas bû û Cadallah dixwaze ku ew birîna li ser eniya wî çêbûye jî bi operasyona estetîkê va bê çareserkirin.
- "Îsraîl ji bo ser sûcên xwe bigire rojnamegeran dike hedef"
Cadallah got ku Îsraîl bi hedef hildana wî û hevalên wî va dixwaze ser wan sûcên dibe serî bigire û nehêle ku ji çar aliyê dinyayê kes pê bihese.
Midûrê Ofîsa Çapemeniya Hikûmetê ya li Xezeyê Selamet Marûf jî di daxuyaniyeke berê dabû da got ku ji Adara 2018an heta niha di êrîşên Îsraîlê da 2 rojnameger hatin kuştin û 360 rojnameger jî birîndar bûn.