27 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
HEWLÊR
Lijneya Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku ji sedî 92,73 dengê 'erê' ji referandûmê derketiye.

Hendirîn Mihemed Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ya HKIyê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û encama referandûmê ragihand.
Mihemed anî ziman ku tevî Parêzgeha Kerkûkê û deverên din yên binîqaş, di referandûmê de ji sedî 92,73 dengê 'erê' û ji sedî 7,27 jî dengê 'na' hatiye bikaranîn.
Pêştir hatibû ragihandin ku rêjeya beşdarbûnê di referandûmê de ji sedî 72 bûye.