E.O
29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Felah Mistefa hişyarî da ku di operasyoneke mûxtemel a ser navenda bajarê Mûsila di destê DAEŞa rêxistina terorê de dibe ku nêzî milyonekî mirov bibin koçberên nav welêt.
Mistefa bi Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê ku ji Arîkariya Mirovî û Birêvebiriya Qeyranê Berpirsyar e Christos Stylianidesê ji bo ku beriya qeyrana mirovahiyê ya muhtemel bigirin hat Hewlêrê re civîna çapemeniyê kir.
Mistefa diyar kir ku di operasyoneke mûhtemel a ser navenda bajarê Mûsila di destê DAEŞa rêxistina terorê de dibe ku nêzî milyonekî mirov bibin koçberên nav welêt û got ku texmîn dikin ku dê nîvê van kesan bên herêma Kurdistanê.
Mistefa da zanîn ku der heqê dîroka teqez a operasyonê de agahiyên wan ên zelal tunin û qal kir ku lê belê beriya operasyonê bi piştgiriya civaka navneteweyî û saziyên arîkariyê divê amadehiyeke tam bê kirin.
Mistefa anî ziman ji bo ku bikaribin qeyrana miroviyê ya li Iraqê çareser bikin Yekîtiya Ewropayê soza arîkariya malî da û wiha axivî:
"Di civîna lûtkeya li Washingtonê de soz hat dayîn ku dê nêzî 104 milyon euroyê hîbe bê kirin. Hîbeya ku dê bê kirin dê ji hikûmeta Bexda û Hewlêrê re neyê şandin lê belê dê ji bo tetbîqkirina planên ku dê Navenda Têkoşîna Hevpar a Qeyrana Miroviyê pêşkêş bike bê bikaranîn."
Mistefa qal kir ji bo ku hewcedariyên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê bên pêkanîn mehane bi 117 milyon dolar, salane jî bi 1.5 milyar dolarî hewcedariya budçeyê heye û wiha axivî: "Ji ber qeyrana aboriyê ya li herêmê û qeyrana budçeyê ya bi Bexdayê re nikarin vê pereyê temîn bikin."
- YE dê arîkariya miroviyê bide kesên ku ji Mûsilê direvin
Christos Stylianides Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê û berpirsyarê Arîkariya Mirovî û Birêvebiriya Qeyranê jî diyar kir ji bo ku di cî de qeyrana miroviyê ya li herêmê bibîn û ji çavkaniyên yekemîn agahî hilde Hewlêr ziyaret kirin.
Stylianides destnîşan kir girîng e ku beriya operasyona Mûsilê ya muxtemel qeyrana miroviyê bê astengkirin û wiha axivî:
"Me di dema hevdîtina ku me bi rayedarên hikûmetê re kir de biryar da ku dema ku operasyona rizgarkirinê ya ku dê bibin ser navenda bajêr dest pê kir tu qeyranên miroviyê dernekevin holê bi awayekî baş amadehî bikin. Fikarên hikûmeta herêmê yên der barê operasyona navborî de di heman demê de fikarên me ne jî. YE di mijara stargeh, xwarin û vexwarin û hewcedariyên din ên bingehîn de dê arîkariya sivîlên ku ji Mûsilê reviyan bike.
Stylianides û heyeta pê re duh hatibûn Hewlêrê û bi Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê û rayedarên din ên hikûmetê re hevdîtin kiribûn.