Muhammet Kurşun
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
HEWLÊR
Wezareta Pêşmerge ragihand ku hemû kêşeyên li Şengalê diqewimin ji ber rêxistina terorî PKKyê ne û ev rêxistin "li navçeyê tenê û tenê serêşî ye".
Wezareta Pêşmerge piştî operasyonên esmanî yên firokeyên Artêşa Tirkiyê li ser baregahên PKKyê li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku hemû "problem ji ber PKKyê diqewimin".
Di daxuyaniyê de van îfadeyan cih girt:
"Pêşmergeyên di encama êrişa firokeyên Tirkiyê de şehîd û birîndar bûn cihê daxê ne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ev bûyer hemû ji ber hebûna PKKyê li herêmê diqewimin. PKK li herêmê tenê problem û serêşî ye ji bo xelkê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek caran jê daxwaz kiriye ku Şengalê vala bike. Lê guh nedane tu kesî. Em ji vir careke din daxwaz dikin ku PKK hêzên xwe ji Şengalê vekişîne. Bila îdî nebin sedema bêîstiqrarî û mezinbûna probleman."