Muhammet Kurşun
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
HEWLÊR
Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser operasyonên Artêşa Tirkiyê bo baregahên PKKyê li Şengalê ragihand ku, "Ev êriş encama bûyîna nemeşrû û xwesepandiya PKKyê li Herêma Kurdistanê. Hebûna wê ji xeynî şer, qirêjî û rêgiriyê bi kêrî tiştekî din nayê."
Polîtboruya PDKyê li ser operasyonên Artêşa Tirkiyê bo ser hedefên rêxistina terorî PKKyê li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de nirxandinên wiha hatin kirin:
"Divê em rastiyê bi bîra welatiyên xwe bînin ku ev bûyer û hemû bûyerên din ên wek vê encama bûyîna nemeşrû û xwesepandiya PKKyê li Herêma Kurdistanê. Hebûna wê ji xeynî şer, qirêjî û rêgiriyê bi kêrî tiştekî din nayê. Tu fêde û qazanca PKKyê ji Herêma Kurdistanê re nebûye û nabe jî. Ev ne cara yekem e ku xelkê me dibin qurbaniyên siyaseta çepel a PKKyê. Divê PKK Şengal û dorûberê demildest terk bike."