Haydar Şahin
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Riyad Mensûrê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Filistînê diyar kir ku bûyerên tundiyê yên li Filistînê diqewimin ewlehî û aştiya navneteweyî tehdîd dikin û bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku bira hereket bike.
Mensûr li Navenda Giştî ya NYyê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku reyaderên Îsraîlê guh nadin hiqûqa navneteweyî.
Mensûr destnîşan kir ku welatiyên Filistînê ji hefteya borî vir da li sînorê Xezeyê xwepêşandanan dikin bi guleyên ku leşkerên Îsraîlê agir kirin va hetanî nika kêmzêde 30 kes hatin kuştin, ji 2 hezar û 500î zêdetir kes jî birîndar bûn, KENY berpirsyariyên xwe îhmal dike ev jî êrîşên li dijî Filistiniyan ên Îsraîlê teşwîq dike.
Mensûr wiha pê da çû:
"Hefteya borî em hatin kenseyê hêviya me ew bû ku berpirsiyariyên xwe bi cî bîne lêbelê tu tiştek nehat kirin, lewra aliyekî (Amerîka) nexwest ku Konseya Ewlehiyê têkeve dewreyê. Heke vê hefteyê jî wisa bikin em ê dîsa werin, lewra konseya berpirsyarê pêkanîna ewlehî û aştiya navneteweyî dibê li gor berpirsyariyên xwe tev bigere. Bûyerên ku nika li erdên dagirkirî yên Filistînê diqewimin, bi taybetî jî yên li Xeta Xezeyê ewlehî û aştiya navneteweyî tehdîd dikin. Gel mantiqa wê heye ku Konseya Ewlehiyê midaxelekirinê red bike? Em vê qebûl nakin. Dibê Konseya Ewlehiyê wezîfeya dikeve ser milê xwe bike, mecbûr e ku peyamê bide bi milyonan kesî ku Konseya Ewlehiyê wan terk nake."
Riyad Mensûr bang kir ku bira ji bo bûyerên tundiyê yên li Xezeyê diqewimin heyeta kesên zana ava bike, lêpirsîneke zelal û xweser bide destpêkirin.
Mensûr el Utaîbiyê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Kuweytê jî hefteya borî bi bîr xistibû ku Amerîkayê daxwaza KENYê ya ji bo ku li ser bûyerên tundiyê yên Îsraîl tîne serê gelê Xezeyê lêpirsîn were vekirin red kiriye û wan jî di heman rojê da dîsa heman daxwaz daye konseyê.
Utaîbî destnîşan kir ku ji piraniya welatên endamê konseya ji 15 endaman pêk tê piştgirî sitandine lêbelê li benda biryara Amerîkayê ne.