Abdullah Tel
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
XEZE
Berpirsê Hemasê yê Xezeyê Yehya es-Sînwar ji bo "Çalakiya Vegera Mezin" diyar kir ku ew sekneke neteweyî ye û lazim e bê parastin.
Sînwarê ku li ser sînorê bajarê Xan Yûnisa başûrê xeta Xezeyê dikeve tevlî çalakiyan bû daxuyanî da û got: "Çalakiya Vegera Mezin sekneke neteweyî ye. Xeze wê birçî nemîne û dev ji doza xwe ya neteweyî bernade, heke em biteqin emê bi ser û çavên Îsraîlê da biteqîn. Em di rêya liberxwedan û azadiyê da dimeşin. Em îro ji bo ku ji hemû dinyayê ra bibêjin Xeze azad e li vê derê ne."
Filistîniyên ku li ser sînorê Xezeya dorpêçkirî ji roja înê vir va di çarçoveya "Çalakiya Vegera Mezin" da digel tehdîdên Îsraîlê dest bi çalakiyên aştiyane kiribûn îro jî domandin.
Heyva Sor a Filistînê daxuyanî da û diyar kir di mudaxaleya eskerên Îsraîlê da 218 kes bi guleyên heqîqî, tevahî 446 kes birîndar bûn.
Ji îna borî ya ku çalakiyan dest pê kir heta îro 29 Filistînî şehîd ketin.