Fatih Gazioğlu
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
RIYAD
Hat ragihandin fuzeya balîstîk a ku Hûsiyan ji Yêmenê avêt bajarê Necranê bi pergala parastina esmanî va hat îmhekirin.
Di daxuyaniya SPAya ajansa nûçeyan ya fermî welêt weşand da Turkî el-Malikiyê Mîralayê Erkanîherb ku berdevkê koalîsyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî ye got ku fuzeya balîstîk a ku Hûsiyan avêt bajarê Necrana nêzî sînor, bi pergala parastina esmanî ya hêzên hevpeymanê va hat îmhekirin.
Malikî got ku perçeyên şarapnelan li cihên ku meriv li dijîn ketin lê der barê zirarê de hê tu agahî nehildane.
Malikî diyar kir ku ev bi eşkeretî îxlakirina biryarên Neteweyên Yekbûyî yên bi hejmara 2216 û 2231ê ye, êrîşên li ser hedefên sivîl binpêkirina mafên mirovan ên navneteweyî ye.
Hûsiyan li Yêmenê li hember hikûmeta meşrû derbe kiribû û ji sala 2014an vir ve paytext Sana û hin herêm di destê Hûsiyan de ne. Hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike ji adara 2015an vir ve piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.