Fatih Gazioğlu
20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
KABUL
Li Efxanistanê gel serê sibê bona dengdayînê çû ser sindoqan.

Li Efxanistanê 8 milyon û 800 hezar hilbijêr wê raya xwe bidin. Di hilbijartinê da 2 hezar û 558 kes ji bo parlamenteriyê bûn namzed.
Hêzên ewlehiyê dijî tehdîda Talibanê li hemû welêt tedbîrên berfireh hildan.

Piştî dema dengdayînê qediya sindoq wê werin mohrkirin û wê sindoqan binîn navendên jimartinê.

Serokomarê Efxanistanê Eşref Xanî piştî raya xwe da daxuyanî da nûçegihanan û bona dengdayînê bangî hemû welatiyan kir. Xanî got ku li wîlayeta Qandeharê ji ber ewlehiyê hilbijartin hatine taloqkirin lê wê piştî hefteyekê hilbijartin were kirin.