Mücahit Oktay
01 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2022
Li New Yorkê ligel belavbûna Omîcrona varyanta Kovîd-19ê bi hezaran kes li Meydana Tîmesê kom bûn û sersal pîroz kirin.
Li Meydana Tîmesê ya li New Yorka eyaleta Amerîkayê ya herî zêde turîst tênê Omîcrona varyanta Kovîd-19ê bi lez belav dibe, ligel vê beşdariya bi hezaran ziyaretvanên xwecî û biyanî pîrozbahiyên serê salê hatin kirin.
Erîc Adamsê wekî Şaredarê New Yorkê hat hilbijartin li Meydana Tîmesê sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, bi hezaran kesên li New yorkê jî li heman meydanê ketin sala teze.
Adamsê reşik ê 61 salî yê polêsê berê di deqîqeyên ewil ên sala 2022yan da bi wêneyên diya xwe va derkete ser dikê, sond xwar û dest bi şaredartiyê kir.
Şaredariya New Yorkê plan kiribû ku 50 hezar kes beşdarî merasimê bibin ji bo tevdîrên Kovîd-19ê bi tenê 15 hezar kes hildan meydanê.
Testa Kovîd-19ê ya LL Cool J. yê aktor û rapbêj pozîtîf derket ji ber vê konsera li Meydana Tîmesê hat betalkirin.