NEW YORK
111emîn Pêşangeha Pêlîstokan ya Navneteweyî ya ku kevintirîn yek ji organîzasyonên NYEyê ye, li Javits Centerê vebû. Hat diyarkirin ku ji 100 welatan nêzî 1100 fîrmayên pêlîstokan beşdarê pêşangeha ku li herdu qatên navendê tê lidarxistin, bû.
Pêşangeha ku ji bebikên pelûş bigre hetanî scooterên bi motor, ji robotên ku bi têlefonan tên xebitandin û îdare kirin bigre hetanî pêlîstokên ku bi vejena tavê ve dixebitin tê pêşandan, roja ewil bi ziyaretvanan ve çije bû. Mezinan ji zarokan zêdetir eleqe nîşanî pêşangehê dan.
Pêşangeha ku tê hêvî kirin 30 hezar kes zîyaret bike dê heta 19ê sibatê vekirî bimîne.