Haydar Şahin
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2020
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya li gor Neteweyên Yekbûyî meşrû ye hatin sitandin, hat dîtin ku milîsên Hafter top û wesayîtên bi zirx ên Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban li Terhuneya li başûrê rojhilatê Trablusê bi cî kirin.
Çavkaniyan gotin piştî ku Hefter ji bo agirbestê razî bû jî piştgiriya didan wî nehat birîn, ew jî rayê dide ku Hefter agirbestê "ji bo pozisyoneke nû hilde qebûl kiriye".
Peymana agirbestê ya bi hewla hevpar a Tirkiye û Rûsyayê hat amadekirin bi destê HMNyê li Moskovayê hatibû îmzekirin. Aliyê Hefter jî ji bo li ser xalên peymanê bifikire û îstişare bike rojek dem xwestibû. Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê îro ber destê sibê diyar kiribû ku Hefter peyman îmze nekiriye û ji Moskovayê çûye.
Hê daxuyanî nehat dayîn ku Hefter derbasî Libyayê bûye lêbelê tê îdiakirin ku Hefter çûye Misir an jî Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban ên ku piştgiriya siyasî, eskerî û peretî didin wî.