Nihat Kavşut
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2020
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku Xelîfe Hafterê pêşengê hêzên çekdar yên nemeşrû ku li rojhilatê Libyayê ne erênî li peymana agirbestê ya bi Hikûmeta Mutebeqeta Neteweyî ra ku di rêvebiriya Fayîz es-Serrac da ye mêze dike û ji bo şêwrên herêmî jî pêwistî bi 2 rojan heye.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê da hat diyarkirin di encama hevdîtinên li ser Libyayê da ku duh li Moskovayê çêbûn li ser prebsibên agirbestê lihevkirin heye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin hevdîtinên li Moskovayê ji bona Konferansa Berlînê bingeh amade dike û wiha hat otin: "Hafter erênî li lihevkirina bi Hikûmeta Mutebeqeta Neteweyî ra mêze dike û bo şêwrên herêmî pêwistî bi 2 rojan heye."
- Hevdîtinên li ser krîza Lîbyayê yên li Moskovayê
Heyetên Tirk û Rûs û herwiha aliyên Lîbyayî duh li Moskovayê qederek hevdîtin pêk anîbûn.
Heyeta Tirk ligel Serac û Serokê Konseya Bilind a Dewleta Lîbyayê Xalid el-Mişrî deqê peymanê amade kiribû.
Heyeta Rûs jî hewil dabû ku Hafter û Akîle Saliha Seroka Meclisa Nûneran ku navenda wê Tobruk e, qanî bike. Lêbelê Hafter deqê peymanê îmze nekiribû û ji bo heya serê sibehê mawe xwestibû.