Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
19 Adar 2024•Rojanekirin: 20 Adar 2024
Hat îdiakirin ku Îsraîlê li dijî çend cihên li dorbera Şama paytextê Sûriyeyê êrîşa asîmanî pêk anî.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a li Sûriyeyê SANAyê da ya spart çavkaniyên eskerî, hat îdiakirin ku bi dema herêmê di saet 02.10an da hin cihên li dorbera Şamê bûn armanca êrîşa asîmanî ya hêzên Îsraîlê ya ji milê Girên Golanê va.
Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Di êrîşê da xesar çêbû, pergalên parastina asîmanî hin roketên dijmin daxistin."
Ji meqamên Îsraîlê der heqê êrîşê da daxuyanî nehat dayîn.
Tê zanîn li herêmên Şam û gundewarên wê ji xeynî artêşa Sûriyeyê, komên terorîst ên Îran li piştê ye û unsûrên Hizbullahê jî hene.
Îsraîl ji sala 2011an a destpêka şerê navxweyî û vir va li Sûriyeyê car carî êrîşan dibe ser ciyên eskerî yên rejimê û her wiha yên komên Îran li piştê ye.