Di çalakiya ku hejmara zarok û jinan zêdetir bûn de vê carê çalakvanan şûna dirûşmeyan, bi awayekî devbandkirî û bêdeng rûniştin û pankart vekirin. Çalakvanan bi vê helwesta xwe ve xwestin ku bal bikşînin li ser bûyerên li welatê xwe.
Di çalakiya ku polêsan tu tevdîrên asayîşê negirtibû de çalakvanan pankart vekirin û bo demeke dirêj rûniştin. Li ser pankartên wan dirûşmeyên mîna "alîkariya me bikin" û "em azadî dixwazin" hebû.