Nihat Kavşut
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 20 Tebax 2017
BOGOTA
Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirkan (TÎKA) li Meksîkayê alîkarî da astengdaran û li Kolombiyayê jî ji bo jinên penaber yên ji Venezuelayê projeya alîkariya meslekî û perwerdeyê da destpêkirin.
Ji ofîsên TÎKAyê yên li Meksîka û Kolombiyayê der barê xebatên dawîn da daxuyaniya nivîskî hat dayîn.

Ofîsa Kordînasyonê ya Meksîkoyê destnîşan kir 10 sehpayên astengdaran dane navenda perewerdeyê ya Enstîtuya Astengdaran a Meksîkoyê ku li paytextê xebatên xwe dikin.
Ofîsa Kordînasyonê ya Bogotoyê jî ku li Amerîkaya Latîn kar û xebatên xwe dimeşîne diyar kir ji bo jinên penaber yên ji Venezuelayê projeya alîkariya meslekî û perwerdeyê dane destpêkirin.