25 Gulan 2016•Rojanekirin: 26 Gulan 2016
QABUL
Talibana Efxan daxuyand ku serokê rêxistinê Mele Mansur hatiye kuştin û Hebetullah Ahunzada wek serokê nû hatiye hilbijartin.
Ji berdevkên Talibanê Zabîullah Mucahed di daxuyaniya xwe ya nivîskî de piştrast kir ku serokê Talibanê Mele Ahtar Mihemed Mansur li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê hatiye kuştin.
Mucahed got ku Hebetullah Ahunzada ji bo serokatiya rêxistinê hatiye hilbijartin, Seracuddîn Hakkanî û Mewlewî Mihemed Yaqub jî wek alîkar hatine hilbijartin.
Mele Mansur di 21ê gulanê de li Baçistana eyaleta Pakistanê di êrîşê de bi hevalekî xwe ve hatibû kuştin.