05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
PEKÎN
Serokwezîrê Çînê Lî Kiçîang daxuyand ku hedefa mezinbûna sala 2017an a aboriya Çînê qasî ji sedî 6,5 e.
Li Pekînê di Qada Tîananmenê di Salona Gel a Mezin de rûniştina vekirina civînên salane ya Heyama 5emîn a 12emîn Kongreya Gel a Neteweyî ya Çîne çêbû.
Serokê Dewletê Şî Cînpîng, Serokwezîr Lî Kiçîang, endamên polîtburoya Partiya Komînîst a Çînê û nêzîkî 3 hezaran delege beşdarî rûniştinê bûn.
Serokwezîr Kiçîang di civînê de rapora xebata sala 2016an a hikûmetê pêşkeşî parlamentoyê kir û pişt re hedefên pêşketinê ya îsal jî eşkere kirin.
Liçîang got ku daxwaza çêkirina polayê ya zêde di navbera têkiliyên Çînê û Amerîkayê, Çînê û Ewropayê de dibe sedema zehmetiyan û soz da ku çêkirina polayê wê 50 milyon ton bê kêmkirin.