05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
BEXDA
Ebdurezaq Îsayê ku wek wekîlê Wezareta Darayiyê ya Iraqê rêvebiriyê dike û Balyozê Bexdayê yê Îngiltereyê Frank Baker li avahiyê Wezareta Darayiyê ya li Bexdayê ji bo krediyeke 12 milyar dolarî peymaneke lihevkirinê îmze kirin.
Îsa ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi şirketên taybet ên navneteweyî ve projeyên veberhênanê bixe rewacê.
Îsa anî ziman ku qeyrana aboriyê ya Iraqê mecbûr dike ku hikûmet bi şirketên xwemalî û yên taybet re peymanên krediyê îmze bike û wiha axivî: "Bi van krediyan ve wê piştgiriya veberhênanên li Bexdayê û li bajarên din bê kirin."