05 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
TAHRAN
Şaredarê Tehranê Mihemmed Baqir Galîbaf got ku li Tehranê bêtirî 70 hezar malbatî şevên xwe birçî derbas dikin.
Li gorî malpera nûçeyan Sama Tehran a girêdayî şaredariyê Galîbaf di bernameya vekirina Projeyên Herêma 8emîn a Tehranê da axivî û wiha got, "Li Tehranê bêtirî 70 hezar malbatên ku li tu dezeheke civakî qeyda wan tuneye, şevên xwe birçî derbas dikin."
Galîbaf di axaftina xwe da qala bandorên negatîf ên kêşeyên sosyal kir û wiha got, "Ez qebûl dikim ku em di warê têkoşîna dijî berdan û hişbirê da xebatên bingehîn û bibandor nakin. Ji ber ku li paş van mesele û kêşeyan, xizanî û bêkarî heye."