Haydar Şahin
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
XEZE
Pêşnûmaya Amerîkayê ya dixwaze Hemas were şermezarkirin û tê da qala çareseriya dudewletî nake li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat redkirin û Hemas ji ber vê kêfxweş bû.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê da hat diyarkirin ku ji welatên pêşnûmaya Amerîkayê red kirin, ji bo neyê qebûlkirin hewl dan, li aliyê berxwedan û gelê Filistînê sekinîn ra sipas dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku redkirina pêşnûmayê ji bo gelên Filistînê, kesên ji gelê Filistînê hez dikin serkeftineke mezin e û wiha hat nivîsanidn: "Pêşnûmaya biryara rêveberiya Amerîkayê derbas nebû, ev jî nîşana têkçûyîna hegemonyaya Amerîkayê ye û têkçûyîna rêveberî û polîtîkayên li herêmê yên Amerîkayê ye.
Hemasê ji welatên li NYyê li aliyê Amerîka û Îsraîlê cî girtin ra got bira li ser helwesta xwe bifikirin û bang kir ku bira "xetayên xwe yên dîrokî û xeternak ên li dijî gelê Filistînê" sererast bikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku heqê meşrû yê gelê Filistînê ye ku li dijî dagiriya Îsraîlê derkeve û ev jî di bin temînata qanûnên navneteweyî da ye. Hat diyarkirin ku Amerîka nebaş nîşandana gelê Filistînê bidomîne jî nikare rastiyê biguherîne, gelê Filistînê ew ê xwestina heqên xwe bidomîne û Amerîka nikare wan ji rêya wan bike.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ya dibê her kes li dijî derkeve û şermezar bike terora Îsraîlê, bi destê Îsraîlê dagirkirina axa Filistînê, bi zorê koçkirina bi milyonan kesî, qetlîma li dijî gelê Filistînê, Cihûkirina Qudsê, avakirina wargehan e.
- "Redkirina pêşnûmayê sîleyek e li Amerîkayê xistin"
Samî Ebû Zuhriyê Berdevkê Hemasê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got têkçûyîna pêşnûmaya Amerîkayê meşrûiyeta berxwedana li dijî Îsraîlê ya Filsitînê û piştgiriya didin doza gelê Filistînê temsîl dike.
Ebû Zuhrî wiha got: "Di Lijneya Giştî ya NYyê da redkirina pêşnûmaya Amerîkayê sîleyek e li Amerîkayê xistin."
Pêşnûmaya Amerîkayê ya dixwaze Hemas were şermezarkirin û tê da qala çareseriya dudewletî nake di Lijneya Giştî ya NYyê da duh bi şev hatibû redkirin.
87 welatî piştgirî dabû pêşnûmayê, 58 welat li dijî wê derketin, 32 welat jî bêalî man. Ji bo pêşnûma were qebûlkirin dibê ji 3 paran 2 parê lijneyê qebûl bike.