Fatih Gazioğlu
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmaya Amerîkayê ya der heqê Hemasê da red kir.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku 193 endamên wê hene ji bo pêşnûmaya ku Amerîkayê amade kir, civiya.
Di civînê da li ser pêşnûmaya Amerîkayê dengdayîn hat kirin. Di encama de 87 dewletan piştgirî da pêşnûmayê, 57 dewletan dijî pêşnûmayê derketin û 33 dewlet jî bêteref man.
Pêşnûmayê dengê ku hewece dikir nehilda û ji hêla lijneyê va hat redkirin.
Pêşnûma ku Amerîkayê amade kiribû behsa "çareseriya duwelatî" nedikir û dixwest Hemas jî were şermezarkirin.
Di pêşnûmayê de bi tu awayî behsa êrîşên Îsraîlê nayê kirin û ji bo 'dawîkirina êrîş û tundiya Hemas û Tevgera Îslamî ya Filistînê" bang dike.
Di pêşnûmayê da ji bilî van sûcên bêteref tê îdiakirin ku Hemas çavkaniyan şûna gelê Filistînê ji bo 'eskerî xerc dike." Amerîkayê di pêşnûmayê de dixwest Hemas ji bo vê jî bê şermezarkirin.
Nîkkî Haleya Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê beriya pêşnûmayê axaftinek kir û got ku wan heta niha Îsraîl 500 carî şermezar kirine û divê êrîş û çalakiyên Hemasa 'rêxistina terorê' jî werin şermezarkirin.
Haleyê got ku Neteweyên Yekbûyî neyartiya Îsraîlê dike û wiha axivî: "Ev rêxistin zirarê dide gelê Filistînê jî. Ma hûnê piştgiriyê bidine vê rêxistinê? Hûn ji Îsraîlê hind nefret dikin gelo?"
Biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wek "pêşniyaz" tên dayîn. Ji ber giraniya wê ya siyasî di arenaya navneteweyî da girîng tên qebûlkirin.