12 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
ANKARA
Di 9ê adarê da bi 14 teyareyan va operasyon birin ser qampên rêxistina terorê yên li bakûrê Iraqê. Hat ragihandin ku di operasyonê da 67 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, di 9ê adarê da piştî keşfên ku li bakurê Iraqê hatin kirin bi teyareyên bi tîpa 14 F-14 û F-4 2020î va ji hewayê operasyon birin ser qampên li Qendîl, Metîna, Avaşîn û Basyanê.
Di operasyona ji hewayê da ciyên ku hatin tesbîtkirin bi tevahî hatin îmhekirin. Li keşfa ku piştî operasyonê hat kirin 67 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.