18 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
HEWLÊR - Salih Bilici - Muhammet Kurşun
Herêma Kurdistana Iraqê piştî êrîşên DAEŞa rêxistina terorê axa di destê xwe da 30 hezar kîlomêtroqere fireh kir û tê gotin ku rêvebiriya Hewlêrê ji 78 hezar kîlomêtroqereya ku li ser heq îdia dike 71 hezar kîlomêtroqereyê wê bi dest xistiye.
Tê gotin ku Herêma Kurdistanê axa xwe ya li ser nexşeyê fireh kiriye. Herêma Kurdistanê berê bi 4 bajarên xwe bi qasî dewleteke Balkanê mezin bû, lê bi halê dawîn gelek dewletên Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîqayê li paş xwe hiştiye.
Herêma Kurdistanê ya ku ji bajarên Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Dihokê pêk tê û mezinahiya wê 41 hezar kîlomêtroqere bû, piştî êrîşên DAEŞê axa di destê xwe da fireh kir. Herêma Kurdistanê bi şerê bi DAEŞê ra Kerkûka ku ji hêla neftê va dewlemend e, herêmên dorbera Kerkûkê, Tilkef, Şingal, Telafer û Mexmûra navçeyên Mûsilê, nehiyeyên Guwêr, Sînûn û Zummarê, Tuzxurmatuya li başûrê Selahedînê û Celawle, Seîdiye û Xeneqîna Diyalayê bi dest xist.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destnîşan kiribû herêmên ku ji DAEŞê sitendine "Axa Kurdistanê ne ku bêyî îradeya Kurdan hatine sitendin û em bi tu awayî jê dernakevin." Barzanî destnîşan kiribû li van herêman û li Mûsilê piştî ku ji DAEŞê hat rizgarkirin divê referandûm were kirin û divê siyanetê nîşanî biryara gel a di navbera Hewlêr û Bexdayê da bidin.
- Li "herêmên bipirsgirêk" referandûm nehat kirin
Barzanî diyar dike hikûmeta Iraqê li gor destûra bingehîn a Iraqê der barê statuya herêmên bipirsgirêk da benda 140emîn a destûra bingehîn bi cî neanî, lê piştî ku DAEŞ derket pêşmerge bi awayekî fiîlî ev bi cî anîn.
Li gor îdiayên hin çavkaniyên hêrêmî jî Herêma Kurdistanê dixwaze bendava Mûsilê bi erebên sûnî ra, navçeya Tuzxurmatu ya li başûr bi erebên şiî ra bike sînor. Li Kerkûkê têkoşîna veşartî ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dewam dike û der barê pêşroja Mûsil û dorberê wê da jî beriya her tiştî li bendê ne ku ji DAEŞê were xilaskirin. Tê gotin ku heger DAEŞ ji herêmê were paqijkirin wê mijara parvekirina "herêmên bipirsgirêk" li ber hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.
Piştî ku DYAyê di sala 2003yan da Iraqê dagir kir parvekirina hin herêman di navbera Bexda û Hewlerê da bû sedema nîqaş û cihêtiyan. Li gor benda 140emîn a destûra bingehîn a Iraqê divê di 2007an da li van herêman referandûm bihata kirin. Lê di vê pêvajoyê da ji ber sedemên siyasî hat îdiakirin ku "şert û merc hê rûneniştine" û referandûm nehat kirin. Kurd dixwazin herêmên ku ji hêla leşkerî va bi dest xistine îdare bikin. Hin herêm piştî şerê bi DAEŞê ra û hin herêm jî wekî ku li Kerkûkê çêbû, artêşa Iraqê vekişiya û ketin destê kurdan.
- Banga serjimarî û referandumê
Prof. Dr. Xelîl Îsmaîlê ku li ser banga Mesûd Barzanî û Celal Talabanî di sala 2006an da nexşeya herêma Kurdistanê xêz kiribû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Rûberê erdê herêma Kurdistanê 78 hezar kîlometreqere ye. 71 hezar kîlometreqere cî hat bidestxistin. Nika bi tenê 7 hezar kîlometreqere erdê di destê DAEŞê û hikmeta Iraqê da maye."
Îsmaîl diyar kir ku piştî êrîşên DAEŞê 30 hezar kîlometreqere erd tevlî erdê herêma Kurdistanê kirin û wiha axivî: "Erdên di destê hikûmeta Iraqê û yên di destê DAEŞê da jî bên sitandin nexşeya herêma Kurdistanê ewê temam be. Li ser erdên herêma kurdan niqaş hene. Lê belê em dikarin li gor agahiyên tarîx û erdnîgariyê bibêjin ku ji 78 kîlometreqereyî pêk tê. Li gor qanûna bingehîn a Iraqê herêmên bi îxtilaf di kontrola DAEŞ, Kurdistan û hikûmeta Iraqê da ne. Rêveberî van deran wek herêmên Kurdistanî yên ku di bin îdareyê da nînin dide nasîn."
Îsmaîl destnîşan kir ku Hewlêr, Silêmanî û Dihok nîvê erdên herêma Kurdistanê ne û wiha pê da çû:
"Kerkûk, Selaheddîn û Mûsila herêmên Kurdistanî di kontrola hikûmeta navendî da bûn. Beriya êrîşên DAEŞê ji sedî 52yê erdên Kurdistanê di kontrola pêşmergeyan da ji sedî 48 erdê Kurdistanê jî di kontrola artêşa Iraqê da bû. Piştî vê pêvajoyê pêşmerge zehf pêş ketin. Piraniya erdên ku wek bi îxtilaf tên zanîn hildan kontrola xwe û bi tenê ji sedî 9 ma."
Îsmaîl diyar kir ku nika dorberê Mûsilê, başûrê Şingalê û Hawîceya li başûrê Kerkûkê di destê DAEŞê da ne û wiha got: "Bi derketina DAEŞê va herêma Kurdistanê ji dema Sedam Huseyn zêdetir erd bi dest xist."
Îsmaîl got ku Bedre, Cesan, Mendelî û Sadiyeya herêmên girêdayî Diyalayê jî di kontrola hikûmeta navendî da ne, ji bo eşkerekirina ciyên bi îxtilaf dibê pêşiyê nifûs bê jimartin paşê jî referandum bê kirin û kurd hê girêdayî xala 140î ya qanûna bingehîn a Iraqê ne.