HEWLÊR
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da zanîn ku di pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de jî îxracata nefta xwe berdewam kir.
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ji malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û got ji bo pirsgirêkên ku di mijara îxracata neftê de navbera wan û hikûmeta Bexdayê de derketin, bên çareserkirin hikûmeta HKIyê amade ye.
Di daxûyaniyê de dan zanîn ku li Iraqê bi Serokwezîr Heyder el-îbadî re pêvajoyeke siyasî ya nû derket û di vê pêvajoyê de jî "derxistina neftê, firotin û îxraca neftê berdewam dike". Wezaretê her wiha parast ku divê hikûmeta Iraqê firotina "nefta kurdan" qebûl bike.
Birêvebiriya kurdan digel hemû astengkirinên birêvebiriya Bexdayê bi xeta boriyê di 1ê kanûna paşîn de neft sewqî Tirkiyeyê kiribû û di 22yê gulanê de jî dest bi firotina neftê kiribû. Li Ceyhanê li keştiyan neft bar kiribûn û ev keştî ji bo bazarên navneteweyî derketin rê. Lê belê firotina nefta kurdan ji ber dozên ku hikûmeta Iraqê vekirin, li DYA û Yewnenistanê ketibû dadgehê.