HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hewlêriyan rojek berê newroz pîroz kir û welatî roja Newrozê çûn seyranê. Malbatên ku êvarê amadehiyên xwe kir, sibehê zû ji bo biçine qada seyranê, ketin rê.
Rêya di navbera navçeya Selahaddîn û bajarê Hewlêrê de îro pir qelebalix bû. Hin malbatan li qadên bi hêşînahî yên devê rê konên xwe vedan û kêf kirin, hin jî ji bo seyranê çûn qadên seyranê yên li navçeya Selahaddîn û Şeqlawayê. Welatiyan manqelên xwe pêxistin, şîv çêkirin, sitran gotin û bi têra dilê xwe kêf kirin. Jin û mêrên ku cilên kurdî li xwe kiribûn, govend girtin.
Xalid Şêx Mihemedê ku tevî xanim û zarokên xwe hat qada seyranê got ku her sal roja Newrozê diçin seyranê û wiha dewam kir: "Him ji bo Newrozê him jî ji bo hewaya xweş em hatin qada seyranê. Li cem e meha Adarê meha seyranê ye. Piştî vê mehê hewa pir germ dibe û êdî em firsendeke wiha bi dest naxin."
Mihemed got ku Newroz nîşaneya nirxên însanetiyê ye û ew aştî û biratiyê ji bo hemû dinyayê dixwaze. Ehmed Sadî Ebbas jî got ku newroz li bal wan wek cejnê tê pîrozkirin, bi vê minasebetê ji bo Newrozê bi taybetî amadehî tên kirin.
- Sê roj betlaneya fermî
Hikûmeta HKIê bi minasebeta Newrozê sê roj betlane îlan kir. Li herêmê Newroz wek cejn tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de destûrê nadin da ku al, flama û afîşên partiyan bên bikaranîn û Newroz ji siyasetê dûr di qadeke aram de tê pîrozkirin. Welatî tenê ala Kurdistanê dikin destê xwe.
- Turîzm geş bû
Bi saya Newrozê turîzma herêmê geş dibe. Bi hezaran însan ji herêmên din ên Iraqê têne Hewlêr û Silêmaniyê. Otêl û sûkên herêmê tije dibin. Welatî hefteyek berî Newrozê cilên kurdî didin dirûtin. Dema ku şahî dest pê dikin jî alavên seyranê distînin.