ŞAM
Li Sûriyeyê yekîneyên artêşa Beşar Esed li bajarên cuda, bi çekên giran ve operasyon birin ser muxalifan. Hat ragihandin ku di operasyonan de 12 jê zarok, 10 jin, bi tevahî 76 kes hatine kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê de hat gotin ku hêzên girêdayî rejima Esed li bajarên cuda, ji hewa û bejayê, bi çekên giran ve operasyon birine ser muxalifan. Di operasyonên hêzên Esed de li derdorên bajarê Şamê 28, li Helebê 14, li Hamayê 12, li Xûmsê 12, li Derayê 3, li Lazkiyeyê 3, li Îdlibê 2 û li Deyrûz Zorê jî 2, bi tevahî 76 kes hatin kuştin.
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Lîwaya Tewhîdê ya muxalif bi çekên giran ve girtiye ser navenda hêzên rejimê û milîsên Hizbûllahê yê li çiyayê Şûweyhanayê.
Hat diyarkirin ku li herêmê di navbera hêzên rejimê û komên biçek de pevçûnên tund diqewimin.