Muhammet Kurşun
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
BAĞDAT
Hat ragihandin ku Hewîceya navçeya Kerkûkê ji destê rêxistina terorî DEAŞê hat derxistin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Fermandeyê Operasyonên Hewîceyê Ebdulemîr Yarullah, "Temamê navenda navçeya Hewîceyê ji DEAŞê hat rizgarkirin."
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî 29ê Îlonê daxuyanî dabû û ragihandibû ku merheleya duyem a operasyona rizgarkirina Hewîceyê dest pê kiriye.