28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
BARCELONA
Di hilbijartinên li Katalonyayê de partiya serxwebûnxwaz "Junts pel Si"yê ji sedî 39,5 ray stend û 62 parlementer derxist. Hat ragihandin ku hikûmeta Îspanyol ev encam wekî "şikestina stratejiya cudaxwaziyê" bi nav kir.
Di nûçeya ajansa fermî ya Îspanyayê EFEyê de hat diyarkirin ku rayedarên hikûmeta Îspanyayê di nirxandina xwe ya ewil a der heqê hilbijartinên Katalonyayê de wiha gotin: "Junts pel Siyê ne bi van encaman ve, ne bi hejmara kursiyên xwe ên di Parlementoya Katalonyayê de û ne jî bi rêjeya dengê xwe ve têra xwe piştgiriya gelê Katalonyayê wernegirtiye. Partiyên siyasî yên îttifaqa Junts pel Siyê CDC û ERCyê li gorî hilbijartina 2012an encameke pir kêm wergirtine. Katalanan careke din jî dane nîşanê ku civakeke piranîparêz in û li dijî hewlên serxwebûnê ne."
Ji xeynî vê çavkaniyên hikûmetê destnîşan kirin ku hikûmeta Îspanyayê encama ku "Junts pel Si"yê bi dest xist wekî "şikestina stratejiya cudaxwaziyê" bi nav kir.
Ji hêla din hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Gel (PP) û Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy li navenda giştî ya partiya xwe hilbijartinên Katalonyayê şopand û sibê ji bo analîzkirina hilbijartina Katalonyayê dê lijneya rêveberiya partiyê bicivîne.