Ferizat Kaya
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ragirtina referandumê pêşniyazî Hikûmeta Iraqê û raya giştî kir.
Di daxuyaniya HKIyê wiha hat gotin: "Rewşa xeter ya ku Iraq û Kurdistan rûbirû ne, ji bo hêzên Iraq û Pêşmerge sewqî şer neke, her kes berpirsyariyeke dirokî dide ser milê xwe. Heta niha ji ber şerê di navbera herdu aliyan da qewimî, gelek kes mirin. Heke ev pevçûn wiha dewam bike dê bibe sedema şerekî bixwîn û zirarê bide bihevrebûna civaka Iraqê."
Di daxuyaniyê da li gorî berjewendiyên HKI û Iraqê, xalên "pêkanîna agirbestê, sekinandina operasyonên li HKIyê, ragirtina encamên referanduma 25ê îlonê û li gorî qanûna bingehîn a Iraqê di navbera Irak û Herêma Kurdistanê da destpêkirina diyalogê" pêşniyazî hikûmeta Iraqê û raya giştî hat kirin.