03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizeyî daxuyanek da nûçegihanê AAyê û got, "Ew zanyariyên ku Rûsyayê belav kirine ji rastiyê dûr in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan îdiayan bi tundî red dike."
Piştî ku Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê di raporteke vîdyoyî da îdia kir ku nefta DAEŞê ji 3 rêyan ra ji bo Tirkiyeyê tê veguhastin û deriyê sînor yê navbera Zaxoya navçeya Duhokê û Silopyaya navçeya Şirnexê jî yek ji wan deriyan nîşan da, berdevkê HKIyê Sefîn Dizeyî got, "Boriya nefta Herêma Kurdistanê heta digihêje Deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl ji nav axa Herêmê ra derbas dibe. Wezareta Çavkaniyên Siruştî digel şîrketên neftê yên biyanî bi taybet yên ku ji devera Badînan neftê dertînin vî karî birêve dibe. Beşeke zêde yê vê neftê bi boriyan diçe Tirkiyeyê û beşeke din jî bi tankeran tê şandin."
Dizeyî piştrast jî kir ku tu têkiliya nefta ku HKI difiroşe bi ya DAEŞê ra nîne û got, "Herêma Kurdistanê ji hemî aliyan zêdetir şerê DAEŞê dike. Ne aqil û ne jî mentiq qebûl dike ku HKI rê bide ku bi destê DAEŞê bazirganî bê kirin û fêde lê bibe."
Dizeyî anî ziman ku zanyariyên ku Rûsyayê belav kirin ji rastiyê dûr in û got, "Ew çavkaniyên ku Rûsyayê nîşan dan şaş in, em hêvîdar in tu aliyekî din gavên şaş li ser zanyariyên şaş neavêje."
Dizeyî destnîşan kir ku weke ku Rûsya îdîa dike, nefta DAEŞê bi tu şêweyî ji sînorê axa HKIyê ra derbas nabe û got, "Em bi tundî wan hemî tometan red dikin. Ew nefta ku ji Kurdistanê diçe Tirkiyeyê, ne bi dizî û veşartî diçe, eşkere ye, tu têkiliya wê bi çi aliyekî din ve nîne."
Berdevkê HKIyê wiha domand, "Li Hewlêra paytex, konsolgeriya Rûsyayê heye û emê doza îzaha vê mijarê li wan bikin. Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê baş û dostane ne. Şîrketên Rûsyayê yên ku di biwarê neftê da kar dikin li Kurdistanê hene, em hêvîdar in pêdaçûnekê di wan zanyariyê xwe da bikin ku êdî hîç aliyekî din nekeve şaşiyê."
Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê HKIyê Aştî Hewramî jî di gotara xwe da ya ku duh li Londona paytexta Brîtanyayê, li "Konferansa Petrol û Gaza Siruştî ya Herêma Kurdistanê" pêşkeş kiribû ku DAEŞ rêgirekî mezin e, li ber henardeya petrola Herêma Kurdistanê û gotibû, "Heger DAEŞ nebûya nuha henardeya me ya neftê wê rojane bibûya milyonek varîl."