ŞAM
Hat diyarkirin di operasyonên ku hêzên Esed bi çekên giran ve girtin ser muxalifan de 10 jê zarok, 4 jê jin bi tevahî 55 kes hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) daxuyanî da û destnîşan kir ku di operasyonên ku hêzên Esed bi çekên giran li dar xistin de li Îdlibê 20, li Deyrûz Zorê 10, li Xumusê 8, li Şamê 5, li Helebê 5, li Derayê 4, li Kuneytrayê 2 û li Hasekeyê jî 1 bi tevahî 55 kes hatin kuştin.
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (KKH) jî diyar kir ku hêzên Esed li ser hin herêmên Helebê yên ku di bin kontrola muxalifan de ne bombeyên warîlê bi kar anîn û ji ber vê jî gelekî xesar çêbû.