Mehmet Nuri Uçar
17 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2023
Artêşa Îsraîlê di êrîşa xwe ya li Şerîeya Rojava da 2 Filistînî kuştin û Filistîniyekî ku berê ji hêla Îsraîlê hatibû birîndarkirin jî nehat xilaskirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê, di êrîşa hêzên Îsraîlê ya bi dronê ya dijî Kampa Penaberan a Nûr Şems da Mahmud Samir Cabir (22) û Xeys Yasir Şehade (25) hatin kuştin.
Di êrîşê da hinek jê giran çend kes birîndar bûn û hinek Filistînî jî ji hêla eskerên Îsraîlê hatin binçavkirin.
- Filistîniyê ji hêla eskerên Îsraîlê hatibû birîndarkirin nehat xilaskirin
Leys Ebû Nemir ê ku di êrîşa hêzên Îsraîlê ya bi dronê ya dijî Kampa Penaberan a Cenînê ya li Şerîeya Rojava da di 12ê Berfanbarê da birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Er-Razî dihat dermankirin jî nehat xilaskirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji 7ê Cotmehê vir va li Şerîeya Rojava û Qudsê yên dagirkirî, hejmara Filistîniyên ku bi destê hêzên Îsraîlê û cîwarbûyiyên dereqanûnî yên Cihû hatin kuştin, derket 294an.