Ekrem Biçeroğlu
16 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2023
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabir es-Sabah di 86 saliya xwe da wefat kir.
Wezîrê Dîwana Mîrtiyê Şêx Mihemed el-Ebdullah el-Mubarek es-Sabah der barê mirina Mîrê Kuweytê Şêx Newaf da xuyaniyek da.
Şêx Mihemed ji televizyona fermî ya welêt agahî da û got Mîrê Kuweytê Şêx Newaf danê nîvro koça dawî kir.
- Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir Es-Sabah kî ye?
Şêx Newafê 14 salan welîehdî kir piştî mirina birayê xwe, Mîrê berê, Sabah el-Ehmed el-Cabir el-Sabah, di 29ê Îlona 2020an da bû Mîrê Kuweytê.
Şêx Newafê ji 3 salan zêdetir e welat birêve dibir di 25ê Hezîrana 1937an de li Kuweytê ji dayik bûye.
Newaf di sala 1962 da li bajarê Hewaliyê walîtî kir, di sala 1978an da jî wek Wezîrê Karên Navxweyî dest bi wezîfeyê kir.
Şêx Newafê ku di sala 1988an da weke Wezîrê Parastinê dest bi kar kir, ji bo pêşxistina şaxên girêdayî Wezareta Parastinê û peydakirina hemû çek û alavên eskerî yên modern hewl da.
Şêx Newaf di Nîsana 1991ê da piştî şerê rizgarkirina Kuweytê ya ji dagirkeriya Iraqê bû Wezîrê Xebat û Karên Civakî.
Newaf di navbera salên 1978-1988 û 2003-2006an da du caran bû Wezîrê Karên Navxweyî.
Şêx Newaf di 16ê Cotmeha 2003an da wek Alîkarê Yekem yê Serokwezîr û Wezîrê Karên Navxweyî xebitî.
Şêx Newaf 6emîn kurê Mîr el-Ehmed el-Cabir el-Mubarek es-Sabah e ku bavê wî ji sala 1921ê heta 1950yî qasî 29 salan li Kuweytê hikûmdarî kir.
Newaf bavê 4 kur û qîzekê bû.