Esat Fırat
18 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2021
Hat ragihandin, hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên dagirkirî, 10 Filistînî binçav kirin.
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê da hat destnîşankirin, hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 7, li Qudsa Rojhilat jî 3 Filistînî binçav kirin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin û herwiha wan bi rojan wan di navendên binçavkirinê da dihêlin û bernadin.