Ahmet Aydın
30 Îlon 2020•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2020
Piştî wefata Mîrê Kuwêtê Sebah Ahmed Cabîr Sebah li Qeter, Misir, Urdin, Filistîn, Libnan, Îmarat û Behreynê şîn hat ragihandin.
Hatibû ragihandin ku Mîrê Kuwêtê Sebah Ahmed Cabîr Sebah 91 salî wefat kiriye.
Lijneya Wezîran a Kuwêtê, Şehzadeyê Cihnişîn Şêx Newaf Ahmed Cabîr Sebah (83) weke Mîrê nû yê welêt ragihandibû.