HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî îdiayên der barê nefta kurdan ya ku tê gotin ku dê li ser Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (ŞNNI) bê şandin derew derxist.
Dizayî li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyaniyek da weşandin. Dizayî diyar kir ku di hevdîtinên dawîn ên li Bexdayê der barê şandina neftê de lihevkirin çênebûye.
Dizayî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Hevdîtina Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê ya dawîn baş derbas bû. Her du aliyan jî der barê pirsgirêka de fikrên xwe û pêşniyazên xwe gotin. Biryar hat dayîn ku nefta Hikûmeta Kurdistanê dê çawa derveyî welat re bê şandin û Bexda dê pêşniyazan bike. Lê bi tu awayî bi hikûmeta Federal a Iraqê ve der barê li ser şirketa ŞNNIyê ve ji derve re neft şandin de peymanek nehat çêkirin."
"Bila dahata neftê li Bankaya Navendî a Kurdistanê bê razandin"
Sefîn Dizayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî:
"Hikûmeta Kurdistanê dixwaze pereyê ku ji firotina neftê bi dest dixe li Bankaya Navendî a Kurdistanê bide razandin. Dê para ji sedî 17 ya ku budçeya Iraqê divê hilde dê ji vir hilde. Mîqtarê zêde jî dê bide Bexdayê. Heger ji firotina neftê kêm pere bê stendin wê demê jî dê Hikûmeta Bexdayê li ser zêde bike. Bexda jî dibêje ku 'na firotina vê bi tenê dikare bi ŞNNIyê ve bibe."