Ahmet Dursun
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2022
Li Îranê Mehsa Emîniya xama piştî ku hat binçavkirin û di nezareta polêsan da mir, li welêt xwepêşandinan dest pê kir. Kesekî ku ji bo xwepêşandanan hefteya çûyî biryara îdamkirina wî hat dayîn, hat îdamkirin.
Li gor Ajansa Mîzanê ya Erka Darazê ya Îranê, di cotmehê da li paytext Tehranê Muhsin Şikarî bi îdiaya ku "Li ser Kolana Settar Xanê di kêliya protestoyan da bi kêrê welatî tehdîd kir û wezîfedarekî ewlehiyê birîndar kir" hat darizandin û Mehkemeya Şoreşê cezayê kuştinê lê birî û Şikarî serê sibehê hat îdamkirin.
Li gor nûçeyê biryara îdamkirina kesê îdamkirî di 20ê mijdarê da hat dayîn, Mehkemeya Payebilind jî paşê ceza pesend kir.
Muhsin Şikarî li Îranê bû kesê yekem ku ji ber protestoyên Mehsa Emîniyê hat îdamkirin.
Li welêt nêzî 3 mehan e ku xwepêşandin dewam dikin, ji bo xwepêşandanan heta niha biryara îdamkirina 11 kesan hatibû dayîn. Mehkemeyên Şoreşê dema biryara îdamê didin, divê Mehkemeya Payebilind wê biryarê pesend bike. Serokê Erka Darazê Gulam Huseyîn Muhsinî Ejeî di 6ê berfanbarê da daxuyanî dabû û diyar kiribû, ji kesên ku biryara îdamkirina wan hatine dayîn, qismekî wan hatin pesendkirin û wê di demeke nêz da cezayê wan were înfazkirin.
Li gor Qanûna Cezayê ya Îranê, "kesên ku pergala qamûyê xerab bikin, li ser rûyê erdê xerabiyê bikin û dijî dewletê şer bikin" bi îdamê tên darizandin.