Li gor daxuyaniya Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê Îtar Tassê, Berdevkê Çapemeniyê yê Serokê Dewleta Rûs Vladîmîr Pûtîn, Dmîtriy Peskov got Rûsya amade ye ku bi welatên G8ê re bikeve têkiliyê.
Peskov wiha axivî: "Em li ser wê qeneetê ne ku biryara astengkirina hevkariya li gel Rûsyayê biryareke xeter e. Ev biryara ku welatên G8ê girtiye dê hem zirarê bide me û hem jî bide wan. Li gel vê biryarê Rûsya amade ye ku bi van welatan re têkilî dayne."
Rêveberên DYA, Îngîltere, Almanya, Fransa, Îtalya, Kanada û Japonyayê û Serokên Konseya Yekitiya Ewropayê (KYE) û Komisyona YEyê beşdari civînê bibûn û li wir Danezana Laheyê weşandibûn. Di danezanê de hatibû gotin ku heta Rûsya helwesta xwe neguherîne dê nikaribe beşdarî civînên G8ê be.