26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
BEXDA
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DEAŞê yê Barack Obamayê Serokê DYAyê Brett McGurk got ku operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Mûsilê dê dijwar be û wext bigire.
McGurk di civîna çapemeniyê ya ku li Bexdayê kir de axivî û diyar kir ku operasyona Mûsilê di çarçoveya plana ku hat diyarkirin de berdewam dike û pêş ketin hat bidestxistin lê belê dê ev operasyon dijwat be û wext bigire.
McGurk got ku "DEAŞ wek komên biçûk wekî li Kerkûk û Rûtbayê li cihên cuda çalakiyên terorê dike. Em wisa difikirin ku dê çalakiyên bi vî awayî zêde bibin."
- "PKK rêxistineke terorê ye"
McGurk got ku "PKK rêxistineke terorê ye û dijî TIrkiye û HKIyê tehdît e" û qal kir ku ev pirsgirêk divê di navbera HKI û hikûmeta navendî de bê çareserkirin.
McGurk da zanîn ku mijara piştî DEAŞê dê hêzên DYAyê li Iraqê bimînin an na ya Iraqê ye û ev dê girêdayî diyaloga di navbera Iraq û DYAyê de be.