Haydar Şahin
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
BEYRÛT
Saad el-Herîriyê Serokwezîrê Libnanê got, "Quds ê hetahetayî wekî paytextê dewleta Filistînê bimîne".
Herîrî li Beyrûta paytextê Libnanê beşdarî çalakiya ji bo piştgiriya Qudsê hat lidarxistin bû.
Herîrî di çalakiyê da axivî û diyar kir ku Beyrûta bajarê "îtidal, mihebet û ilmê" li cem Quds û Filistînê ye.
Serokwezîr Herîrî wiha axivî: "Çi dibe bira bibe Quds ê hetahetayî wekî paytextê dewleta Filistînê bimîne".
Wekî mayîn Herîrî bal kişand ser hilbijartina parlementeran a di 6ê gulanê da ew ê were kirin û bang kir ku bira welatî beşdarî hilbijartinê bibin.