QUDIS
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi şev bi balafiran ve êrîşî 34 cihên Xezayê kir.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku piştî termê 3 cihûyên ku hatibûn revandin û 18 roj şûn de duh li bajarê El-Xelîlê hatibûn dîtin, ji Xezayê 18 fuze avêtin Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê li dijî vê tevgerê bi balafiran ve êrîşî 34 cihên li ser xeta Xezayê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şahidan hilda, balafirên şer ên Îsraîlê 2 caran êrîşî baregeha Tugayên Qudsê ya Tevgera Cîhada Îslamî kirin.
Balafirên Îsraîlê li bajarokên Xan Yûnis û Refaha ku li bakurê Xezayê ne 30 fuze avêtin ser 10 baregehên Tugayên Îzedîn El-Qesam.
Di êrîşê de bi dehan xanî hilweşiyan û li gelek cihên bajarokên Xan Yûnis û Refahê ceyran hat birîn.
Ji hêla din ve artêşa Îsraîlê xaniyên Amîr Ebû Îyşe û Merwan el-Qewasimî ji ber kuştina 3 cihûyan teqand.
Hat ragihandin ku ji Xezayê 2 fûze avêtin herêma Aşqulê.
Li gor xebera ku di rojnameya Yedîot Axranotê de hat weşandin fuzeyeke ku ji Xezayê hatiye avêtin di ser Aşqula ku cihû lê rûdinin de ket.