Di daxuyaniya Wezareta Parastina Meksîkayê de hat diyarkirin ku li Tlataya bajaroka eyaleta Meksîkoyê di depoyekî de di navbera leşker û êrîşkarên çekdar de pevçûn derket û ji leşkeran jî kesek birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, kesên ku depo diparastin gule berî leşkerên ku dewriye digeriyan dan. Di pevçûna ku di navbera leşker û kesên çekdar de derket de yeka wan jin bi tevahî 22 kes hatin kuştin û 3 jinên ku bi destê wan kesan hatibûn revandin jî hatin xilaskirin.
Leşkeran di lêgerînê de 22 tivingên otomotîk, 2 tivingên nêçîrê, 13 debançe, bombeyeka desta û gelek cebilxane bi dest xistin.