10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, rexne li rêxistina terorî PKKê girt û got: "Dev ji propagandeya siyasî berdin û Şengalê vala bikin.
Elî Ewniyê ku di heman demê de Berpirsê PDKê li Şêxana navçeya Duhokê ye jî bo malpera resmî ya partiya xwe axivî û ragihand ku divê PKK xwe li pişt hincetên wekî biryar û îradeya xelkê Şengalê veneşêre, lewra xelkê deverê raya xwe diyar kiriye û dixwazin PKK derkeve.
Ewnî wiha got:
"Eger PKK heqîqeten jî bi destê xwe be, di xizmeta xelkê Kurd de be nexwaze li Herêma Kurdistanê problemek durist bibe bila hêza xwe vekişîne. Eger hinceta PKKê li mayîna Şengalê îrade û biryara xelkê deverê bi xwe be; nûnerên xelkê Êzidî, maqûlên wan, şexsiyetên wan ên dînî, siyasetmedarên wan û rewşenbîrên wan li Mezargeyê Şerefeddîn der barê pêşeroja herêmê de gotina xwe ya dawî gotine. Hemû dixwazin PKK vê derê vala bike."
Berpirsê PDKê li herêmê Ewnî, bal kişand ser wê yekê ku PKK li Şengalê û dorûberê wê tenê propagandeya siyasî dike û hetanî niha yek gund jî ji destê rêxistina terorî DEAŞê dernexistiye.
Ewnî nirxandina xwe wiha kir:
"Ez fêm nakim PKKê ji bo xelkê Şengal û Herêma Kurdistanê çi kiriye? Ji roja ku PKK hatiye vê deverê û hetanî niha yek gund jî ji destê DEAŞê dernexistiye. Eger durist bin gundê Giruzêr li cem baregayên PKKê ye, çima nikarin bigirin?"
Der barê îddiayên PKKê yên li ser rizgarkirina Şengalê jî Ewnî wiha axivî:
"Di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de tu roleke PKKê çênebûye. Tenê ji bo çêkirina probleman li Şengalê mane. Eger PKKê qenciyek kiribe jî em wê qenciyê naxwazin û dibêjin xwezî nekiriba."
Di dawiya gotina xwe de berpirsê siyasî û eskerî yê PDKê Ewnî anî ziman ku divê PKK demildest herêmê vala bike û zêdetir qeyranan durist neke. Daxuyaniya xwe wiha bidawî anî: "Problem ew e ku PKK ne bi destê xwe ye. Îhtiyaciya Şengalê bi PKKê tune. Hêza pêşmerge, qeweteke navneteweyî ye. Pêşmerge Şengalê diparêze. Hîç hewce nake PKK li wê derê bimîne."