Abdullah Tel
07 Tebax 2020•Rojanekirin: 08 Tebax 2020
Hat ragihandin di çarçoveya lêpirsîna der barê teqîna mezin a li Libnanê qewimî da ji xebatkarên Bendergeha Bêrûdê 16 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya dadgeha eskerî ya li ser NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya welêt hat weşandin da hat gotin ku ji roja sêşema teqîneke mezin qewimî vir va li Bendergeha Bêyrûdê lêpirsîna dest pê kiribû dewam dike û di wê çarçoveyê da ji xebatkaran 16 kes hatin binçavkirin.
Hat gotin ku di lêpirsîna dewam dike da li ser hemû îhtimalên bûne sedema teqînê disekinin û daxuyanî wiha dewam kir: "Di çarçoveya lêpirsînê da heta niha ji Lijneya Rêvebirinê ya Keştîgeha Bêrûdê, rayedarên îdareya gumrikê, xebatkarên kontrolê û xebatkarên embara 12 Nimreyî ya teqîn lê qewimî jî di nav da îfadeya 18 kesan hat hildan."
Li Keştîgeha Bêrûdê di 4ê Tebaxê di embara 12 Nimreyî da ewilî agir derketibû û paşê jî teqîneke li seranserê Bêrûdê hat hîskirin çêbûbû.
Wezîrê Tendûristiyê yê Libnanê Hamad Hesen diyar kir ku hejmara kesên mirin gihîşt 135an, ji 5 hezarî zêdetir mirî û birîndar hene û bi dehan kes jî winda ne.
Hikûmeta Libnanê duh ragihand ku ji ber teqînê lêpirsîneke wê 5 rojan dewam bike, kirin rewacê.