Haydar Şahin
07 Tebax 2020•Rojanekirin: 07 Tebax 2020
Artêşa Îsraîlê bombe avête ciyekî Hemasê yê li bakurê Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî.
Teyareyên şer ên Îsraîlê li ciyekî Lîwayên Îzedîn Qesamê ya şaxa eskerî ya Hemasê ya li Beytil Lahiyayê xistin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê der barê êrîşê û hûrgiliyan da daxuyanî neda.
Saziya Weşana Dewletê ya Îsraîlê jî diyar kir ku artêşa Îsraîlê li hin hedefên li Xezeyê xistin.