05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
BALIKESÎR
Li Ayvalika navçeya Balikesîrê nêzî taxa Altinovayê bota koçberan binav û pêlên behrê cinazê 8 koçberan avêt qeraxê.
Qaymeqamê Ayvalikê Namik Kemal Nazli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor texmînê bota ku 22 kes tê da bûn, ji Dîkîliya navçeya Îzmirê bi rê ket û li nêzî taxa Altinovaya navçeya Ayvalikê ji ber tesîra bagerê jî binav bû.
Qaymeqam Nazli wiha got: "Mixabin heta niha gîhiştin cinazê 8 kesan. 12 kes hatin xilaskirin. Li gor texmînê 2 kes jî winda ne û li wan digerin. Tê texmînkirin ku ev ji eslê xwe ji Iraq, Cezayîr û Sûriyeyê ne."
Xebata ekîban li herêmê dewam dike.