Hat ragihandin ku Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bîden, bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re li ser telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya HKIyê hat dayîn, Bîden telefonî Barzanî kir û qala pêvajoya ji "lîsteya rêxistinên terorên ên rêza sêyemîn" derxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) kir.
Di daxuyaniyê de cî dan nêrînên Bîden. Li gor daxuyaniyê Bîden diyar kir ku "Navê van her du partiyên Kurdistanê li ser wê lîsteyê hatibû zêdekirin û ev yek jî kirineke ne lî cî bû. Ez divê bi kêfxweşî bibêjim ku di encama hewldanên me yên mezin de kongreyê pêşnûmaya ku der barê mijarê de hat amadekirin, tesdîq kir. Nedihat qebûlkirin ku navê her du partiyên Kurdistanê di nav wê lîsteyê de cî bigire. Nav bi awayekî fermî ji lîsteyê hatin derxistin. Bi vê pêngava ku hat avêtindê di muameleyên vîzeyê de ji bo endamên PDK û YNKyê hêsanî bên kirin."
Bîden pesnê pêşmergeyên ku li dijî DÎŞIyê serkeftinên girîng bi dest xistin, da û got ku "Qehremanî û serkeftinên hêzên pêşnergeyan, mirov heyran dihêle." Bîden da zanîn ku DYA û hêzên koalîsyonê dê li dijî DÎŞIyê arîkariyên xwe yên ji bo birêvebiriya Herêma Kurdistanê berdewam bikin.
Mesûd Barzanî jî ji bo piştgiriyên wan spasiya Serokê DYAyê Barack Obama, Joe Bîden, gelê Amerîkayê û koalîsyona navneteweyî kir û wiha got: "Arîkariyên ku hatin kirin, xîreta gelê Kurdistanê û pêşmergeyan zêde kir. Di serkeftinên ku me bi dest xistin de piştgiriya êrîşê ji hewayê yên hêzên koalîsyonê gelek zêde ye."